Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serhildayên Yemenî Nobedarî li Qesra Serokatîyê Dikin


Mîlîtanên Houthi zerevanên pêş xanîyê Serokê Yemenî Abd Rabbuh Mansour Hadi guhertin, piştî ku wan paytaxt Sana xistin bin kontrola xwe.

Serhildayan piştî ku bi hêzên hikûmetê re ketin pevçûnan û ew şikandin, giheştin mala Hadî û nobedarên wî guhertin.

Tê ragihandin ku birêz Hadi li malê ye û rewşa wî baş e.

Mîlîtanên Houthi di meha Îlona borî de jî ketibûn nav paytaxt.

Amerîka bi xurtî tundîya Houtîyan şermezer kir. Karbidestekî bilind yê rêvebirî got, Serok Obama ji rewşa heyî tê agahdar kirin û ew li Washingtonê bi tîma xwe ya ewlekarîyê di civînê de ye.

Hêjayî gotinê ye, Amerîka di tekoşîna dijî El Qaydê ya Nîvgirava Erebî de roleke girîng dide hikûmeta Hadî û îstiqrara wî welatî ji nêzîk ve dişopîne.

Tevgera Houthi ya Şîa jî bi tundî dijberî El Qayde ye, lê herwiha dijî Amerîka ye jî.

XS
SM
MD
LG