Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

NY ji Agirbesta li Yemenê Kêfxweş E


Nûnerê taybet yê Neteweyên Yekbûyî bo Yemenê, Ismail Ould Cheikh Ahmed agirbesta li Yemenê bi erênî nirxand û got “niha dem hatiye ku ji malwêranîyê bê fitilîn.”

Ahmed dîyar kir ku şanseke rastîn ya bo pêkanîna aştî û jinûve avakirina Yemenê heye.

Agirbesta navbera hikûmeta Yemenî ya bi piştgirîya Saudî û serhildayên Husî ku di sala 2014’an de paytaxt Sana kontrol kiribû do şev ketê kiryarê.

Li ber e, alîyên şerker di 18’ê Nîsanê de li Kuweytê bicivin û dest bi danûstandinên aştîyê bikin.

Wezîrê Derve yê Amerîkî John Kerry bi twiteke piştgirîya xwe jio agirbestê re ragihand.

XS
SM
MD
LG