Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Danûstandinên Aştî yên Yemenê Hate Paşxistin


Danûstandinên aştîyê li Yemenê, ku li ber bû îro Duşemê li Kuweytê despê bikirana, jiber negiheştine şandeya serhildayan, hate paşxistin.

Karbidestên Yemenî serhildayan sûcdar dikin ku bi zanabûn danûstandinên aştîyê dereng dixin ku hewil dide dawî li şerê bînin.

Wezîrê Derve yê Yemenê Abdel Malek ji ajansa Saba ya dewletê re got ku ew jibo veguherîneke sîyasî ya hembêzkar amade ne.

Malek da zanîn ku ewê hemî tiştên pêkan bikin ku êşên heyî kêmtir bikin.

Di şerê 18 mehan de li Yemenê pirtir jî 6,000 kes hatibûn kuştin û krîzeke mirovahî derketibû.

XS
SM
MD
LG