Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Di Êrîşeke Xwekujî de bi Dehan Leşkerên Yemenî yên Kuştî û Birîndar Hene


Karbidestên ewlekarî yên Yemenî dibêjin ku di encama êrîşeke xwekujî de, bi kêmî ve 8 leşker îro Înê li bingeheke leşkerî ya bajarê Zencîbar ya başûrê Yemenê hatine kuştin.

Karbidestan ragihand ku êrîşvan xwe wek ajotvanê qamyonekê nîşan dabû ku êzing tîna bingehê û wî jiber ku nekarîye têkeve nav bingehê, xwe li ber derî peqand.

Dîdevanan ragihand ku piştî peqînê dengên guleyan jî hatin bihîstin jiber ku êrîşvsanên din jî hewil didan ku têkevin nav bingehê û di wan pevçûnan de 10 kesên din birîndar bûn.

Demûdest ti kes berpirsîya êrîşe ranekir ser xwe, lê jêderekî leşkerî ragihand ku El Qaydê êrîşên wî rengî li herêmê pêk tîne.

Başûrê Yemenê bûye armanca jimareke êrîşên xwekujî yên grubên tundrê piştî ku kontrola herêmê ji jestê hikûmeta Yemenî derketibû.

XS
SM
MD
LG