Nûnerê taybet yê Neteweyên Yekbûyî bo Yemenê Martin Griffiths got ku ew hêvîdar e ku bo pêkanîna gereke nû ya danûstandinên aştîyê di sala nû de, rêketinek di navbera alîyên şerker de pêk were.
“Jibo danûstandinan planên berfireh wê hebin û gera paştir wê li ser amadekarîyên ewlehîyê bisekinin,” Griffiths li danûstandinên derbarê Yemenê de li Stokholmê got ku hefteya çûyî destpê kiribûn.