Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Pispor Dibejin 'Siberoja Yemenê' Girêdayê şerê Bajarê Marîb E


Dîmeneke ji şerê navxwe ya li Yemenê
Dîmeneke ji şerê navxwe ya li Yemenê

Pispor dibêjin, bi mîlyonan koçberên li Yemenê di bin xeteriyê de ne, jiber ku serhildayên Hûsîyan ber bi bajarekî girîng yê li bakur ve pêşve diçin.

Hevdem hişyar dikin ku dibe encama vê, pêyvajoya şer ya li welêt biguherîne.

Piştî ku serhildêrên Hûsîyan ku Îran piştgirîyê dike êrîşên xwe yên dijî bajarê Marîb di vê mehê de jinûve da destpê kirin, bi sedan çekdar di pevçûnên dijwar de hatin kuştin.

Bajarê Marîb, birca dawî ya hikûmetê Yemenê ya li herêma bakur e û her wiha xwedîyê çavkanîyên dewlemend yên petrolê ye.

Destxistina bajarê Marib dê şert û mercên şer biguherîne; ewê kontrola bakurê Yemenê û çavkanîyên petrolê bike bin kontrola Hûsîyan û her wiha di danûstandinên aşitîyê de, destên wan xurt bike.

Ji alîyên din ve, ev rewş tirs û fîkarên bo pirtirî du mîlyon penaberên ku li kampên li herêmê dimînin zêde dike, yên ku jiber pevçûnên demdirêj revîyabûn.

Abdulganî El-Aryanî, pisporê payebilind yê Navenda Sana ya Bo Lêkolînên Stratejîk, dibêje ku "Şerê Marib ewê siberoja Yemenê dîyar bike."

Ev destnîşan dike ku serhildêrên Hûsîyan piranîya eyaletê kontrol dikin û bajar dorpêç kirine.

Gefa giran ya li ser Marîbê hema hema heft sal piştî ku serhildêran paytexta neteweyî Sana, tenê 120 km li rojhilate, di 2014'an de girtin, pêk tê.

Ev destdirêjî bû sedema destwerdana Erebistana Saudî ku piştvanîya hikûmeta Yemenê bike.

Neteweyên Yekbûyî (NY) Şerê giran wek krîza mirovahî ya herî xirab ya cîhanê bi nav dike ku bi mîlyonan mirovên koçber rûbirûyê birçîbûnê ne.

"Dibe ku penaber jibo vî şerê wêranker bihayê herî giran bidin," Aryanî got.

Li bajar berîya şer di navbera 20.000 û 30.000 welatî dijya, lê dema ku Yemenî ji heremên din yên welêt jiber şer direvin wir ve, nifûsa bajar gelek zêde wî bûye.

Li gor hikûmetê, li nêzî 39 kampên penaberan li eyaletê de, dora .2 mîlyon mirov dijîn û sivîlên koçber bûne careke din di xeta agir de dimînin.

XS
SM
MD
LG