Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Amerîka li Yemenê Emîrekî Payabilind yê El-Qaydê Kuşt


Şabwa, Yemen
Şabwa, Yemen

Artêşa Amerîka îro Pêncşemê ragihand ku bi êrîşeke esmanî ya li Yemenê, emîrê El-Qaydê Ebû Xetab el-Awlaqî û du çekdarên din yên rêxistinê kuştine.

Fermandarîya Navendî ya Leşkerîya Amerîkî (CENTCOM) dîyar kir ku êrîş li herêma Şabwa ya Nîvgirava Erebî li dar ketîye.

‘’El-Awlaqî rêberekî payabilind bû û plana êrîşên li dijî sîvîlan wî çêdikir’’ CENTCOM’ê bi daxuyanîyekê got.

CENTCOM’ê bi berdewamî da zanîn ku El-Awlaqî peywendîyên di navbera fermendarên El-Qaydeya Nîvgirava Erebî (AQAP) de çêdikirîye û hewil didaye ku alozîya li başûrê Yemenê zêdetir bibe.

XS
SM
MD
LG