Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Bi Deh Hezaran Cudaxwazên Yemenî li Adenê Piştgirî Dan Hêzên Xwe yên Leşkerî


Bi deh hezaran cudaxwazên ji başûrê Yemenê, ku Mîrgehên Yekbûyî yên Erebî piştgirî li wan dike, îro Pêncşemê herikîn kolanên Adenê ku piştgirî bidin hêzên leşkerî yên cudaxwaz.

Xwepêşanderan daxwaz kir ku mafê wan ya otonomîya li Adenê were nasîn, ku hikûmeta Abdurabu Mansûr Hadî piştî hindakirina Sanaa ji Husîyan re, paytêxt veguhastibû wî bajarî.

Gelek xwepêşander ji deverên din yên başûrê Yemenê jibo tevlêbûna rêdaçûnê hatin Adenê û hinek ji wan alên berê yên dewleta Yemena Başûr rakirin.

Yemenîyên cudaxwaz pêkhatîya serekî ya koalîsyona bi piştgirîya welatên Rojava ne, ku dijî serhildayên Husî yên bi piştgirîya Îranê şer dikin, lê bi hikûmeta Hadî re pirsgirêkên wan mezin hene.

Yemenîyên cudaxwaz rêvebirîya Hadî bi polîtîkayên çewt tawanbar dikin û bawer dikin ku piştî yekbûna her du Yemenan, neheqîyên mezin ji wan re hatine kirin û ji dewlemendîya welêt bêpar hatine hiştin.

Ew herwiha îdia dikin ku partîya Îslah ya hevalbenda Hadî di êrîşa dawî ya mûşekî de cîh girtiye ku meha borî hember hêzên cudaxwaz hatibû kirin.

Başûrê Yemenê heta sala 1990'ê dewleteke serbixwe bû û gelê wê herêmê bawer dike yekbûna du Yemenan bi darê zorê çêbûye.

XS
SM
MD
LG