Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Girjîya li Yemenê Jinûve Gur Dibe


Piştî koalîsyona bi pêşengîya Erebistana Saudî êrîş bir ser Sana ya paytexta Yemenê, Husîyan jî êrîş bir ser firîngeheke Erebistana Saudî.

Husîyan, ku tê îdia kirin ku Îran piştgirîya wan dike, bi firokê bêmirov dijî firîngeha li herêma Abha ya Erebistana Saudî êrîş li dar xistin.

Du roj piştî êrîşê, Husîyan ji kanala xwe berpirsîya êrîşê girtin ser xwe.

Erebistana Saudî piştî vê êrîşê dîyar kir ku ewê bersîvê bidin û dûrê da zanîn ku li Sana êrîş biriye ser herêmeke Husîyan.

Saudîyan da zanîn ku wan dijî ‘’navendên terorê’’ êrîş li dar xistine û ser êrîşê wekî din ti hûrgilî nedan.

Amerîka dide zanîn ku girjîya li Yemenê, Îran gur dike lê Tehran van îdiayan red dike.

XS
SM
MD
LG