Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Husîyên Yemenê: Sizayên Amerîka Dê Bibin Sedam Dirêjkirina Şer


Grûpek ji Huîyên Yemenê
Grûpek ji Huîyên Yemenê

Serhildayên Yemenê dibêjin ku ambarguyên Welatên Yekgirtî li ser du serokên artêşa wan dê pevçûnan li Yemenê dirêj bike.

Welatên Yekgirtî yên Amerîka, li ser du rêberên Husîyan ambargu danan bi gumana ku rola wan heye di êrêşên ser sînorê Erebistana Saûdî di şerê serhildayên Îran destek dike, û keştiyan dişîne Behra Sor.

Peyvdarê Husîyan dibêje, siza nîşan dike ku Amerîka "hewil nade ku êrîşkarîyê rawestîne û dorpêça li ser Yemenê rake."

Şerê Yemenê di sala 2014 da destpê kir dema Husîyan paytext Sanaa, û piraniya bakurê welatî girtin. Koalîsyona bi pêşengîya Erebistana Saûdî piştî mehan mudaxele kir da ku serhildayan ji wê derê derxîne û hikûmeta navnetewî tê naskirin vegerîne ser kar.

Serhildayên Yemenê yên Îran wan destek dike roja Çarşemê hişyarî da ku ambarguyên Welatên Yekgirtî roja borî li ser du serokên artêşê wan dê pevçûnê li Yemenê dirêj bike.

Rêvebirîya Serok Joe Biden roja Sêşemê ambargu danan ser du rêberên Husî, bi sedema rolên wan di êrişên li ser sînorê Erebistana Saûdî û keştiyên barkêş yên li Deryaya Sor.

Lîderên serhildayan Monsour al-Saadi û Ahmed al-Hamzi berpirsîyar bûn ji êrîşan ku "bandor li sivîlên Yemenî, neteweyên ser sînor, û keştiyên bazirganî yên di nav avên navneteweyî da" wezareta Derve û ya Xizîneyê got.

Wan got Husî "di şer û pevçûnên li Yemenê da roleke girîng dilîzin û rewşa mirovî ya xirab ya gelên Yemenê girantir dikin."

Peyvdarê Husîyan Mohemmed Abdul-Salam got ambargu nîşan daye ku Amerîkî "hewil nade ku êrêşkarîyê rawestîne û dorpêça li ser Yemenê rake". Li gor Abdul-Salam herwiha ambarguyan diyar kirîye ku Amerîka "berpirsiyarê dirêjkirina şerî û xirabkirina kirîza mirovahîyê ye,''.

Al-Saadi serokatîya hêzên deryayî yên Husîyan dike û berpirsîyarê êrişên li ser keştiyên li Deryaya Sor e, û al-Hamzi çavdêriya êrişên dironan yên bi mûşek û teqemenîyan barkirî li Yemen û Erebistana Saûdî dikir, weke Wezareta Xizîneya Amerîka dibêje.

Ambargu çend heftî piştî ku rêveberîya Biden Husî ji nav lîsta reş ya terorîzmê derxist hatin da ku zehmetîyên sivîl dikêşin li welatî sivik bike.

Lê, piştî wê biryarê, ku di rojên paşîn yên rêvebiriya serokê berê Donald Trumpî da hate dayîn, Husîyan li Yemen û Erebistana Saûdî, bi giranî bi mûşekên balîstîk û dironanên teqemenî lê barkirî, êriş zêde kirin.

Şerê Yemenê di sala 2014 da destpê kir dema Husîyan paytext Sanaa û piraniya bakurê welatî girtî. Koalîsyona bi pêşengîya Erebistana Siûdî piştî mehan mudaxele kir da ku serhildayan ji wê derê derxîne û hikûmeta navnetewî tê naskirin vegerîne ser kar.

Di pevçûnê da heta nuha nêzîkî 130,000 kes hatine kuştin û ew bûye sedema karesata mirovî ya herî xirab li cîhanê.

XS
SM
MD
LG