Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Yemenê Îro 9 Pêketin û Mirineke ji Koronayê Ragihandin


Yemenê îro Înê neh pêketîyên nû û yek jî mirinên ji vîrusa koronayê li Adenê ya navenda demkî ya hikûmetê ragihandin.

Yemenê herwiha ragihand ku kesekî din ku li parêzgeha başûrê Lahaj tûşî vîrusê bibû, miriye.

Bi wê yekê li herêmên bin kontrola hikûmeta ku ji alîyê civata navnetewî ve tê nasîn, 34 pêketin û 7 mirin hatine tomar kirin.

Bizava Husî, ku paytexta Sanaa û navendên herî mezin yên wî bajarî kontrol dike, heta niha yek pêketî ragihandiye û ew jî hemwelatîyekî Somalî ye ku li otelekê mirî hatibû dîtin.

Yemen hatiye parçe kirin, piştî ku Husîyan di dawîya sala 2014an da hikûmeta ji alîyê Saudîyan ve tê destek kirin, li Sanaa ji desthilatê dûrêxist ku ew jî bû sedema destpêkirina operasyonên leşkerî yên di bin pêşengîya Saudîyan de.

Serê navxweyî ku pênc sal in didome, sîstema tendirustîyê hilweşandîye û gelê Yemenê bi birçîbûnê û nexweşîyê lawaz kiriye.

XS
SM
MD
LG