Lînkên eksesibilîtî

Bi Mirina Salih, Fikarên Ser Rewşa Yemenê Kûrtir Dibin


Sîvîlên Yemenî

Nûnerê taybet yê Neteweyên Yekbûyî li Yemenê, li ber e îro di Civata Giştî de dewletên endam li ser rewşa wî welatî agahdar bike, rojeke piştî ku serokê berê yê Yemenê Alî Abdullah Salih hate kuştin.

Berdevkê NY Stephane Dujarric ji nûçegîhanan re got ku nûnerê taybet Ismaîl Ould Şêx Ahmed dê li ser bandorên sîyasî yên kuştina Salih biaxife.

"Guman tune ku kuştina Salih rewşa dijwar û tevlihev hîn xirabtir bike," Dujarric got. Wî bal kişand ku NY hazir e ku navbeynkarî bo çareserkirina krîza Yemenê bike ku heta niha 10,000 kes tê de hatine kuştin û bi mîlyonan kes hewceyî alîkarîya mirovahî ne.

Kordînatorê mirovajhî yê NY bo Yemenê Jamie McGoldrick jî êro Sêşemê bang li agirbestekê kir ku alîkarî bigehînin sîvîlên nav rewşa xirab.

Nêrîna Te

Şîroveyan nîşan bide

XS
SM
MD
LG