Lînkên eksesibilîtî

Pentagon: Hêzên Amerîkî li Yemenê bi Dehan Çekdarên DAIŞ'ê Kuştin


F/A-18E

Reuters’ê ji zarê Wezareta Berevanî ya Amerîka (Pentagon) ragihand ku hêzên Amerîkî, li Yemenê êrîşên esmanî birine ser du kampên perwerdehîyê yên Dewleta Îslamî (DAIŞ).

Pentagonê dîyar kir ku di êrîşên esmanî de bi dehan çekdarên DAIŞ’ê hatine kuştin.

Wezareta Berevanî ya Amerîka da zanîn ku DAIŞ’ê, li kampên li herêma el-Beyda çekdarên nû hînî karanîna AK-47 û roketan û çekên din yên giran dikiriye.

Pentagonê dîyar kir ku DAIŞ hin herêmên Yemenê xistiye bin kontrola xwe û ji wir planên êrîşên dijî Amerîka û welatên din yên cîhanê amade dike.

XS
SM
MD
LG