Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rûsya Dîplomatên Xwe ji Yemenê Vedikişîne


Sana ya paytaxta YemenÊ
Sana ya paytaxta YemenÊ

Rûsya ragihand ku hemî karmendên xwe yên dîplomatîk ji Yemenê vekişandine û hin ji wan şandine Rîyad ya paytaxta Erebîstana Saudî.

Berdevka Wezareta Derve ya Rûsya Maria Zakharova ji AFP’ê re da zanîn ku jiber rewşa li Sana ya paytaxta Yemenê wan karên xwe yên dîplomatîk li wî welatî, bo demekê rawestandîye.

Balyozê Rûsya yê li Yemenê Vladimir Deduişkin ji salekê vir ve karên xwe li Rîyadê dimeşand.

Ji alîyê din ve, ajansa fermî ya Erebîstan Saudî ragihand ku koalîsyona bi pêşengîya Erebîstana Saudî, ku li Yemenê dijî serhildayên Husî şer dike, destûr da firokeke Rûs ku karmendên dîplomatîk ji firîngeha Sana derxîne. Firoka Rûs, piştî nîvro ji Yemenê derket.

XS
SM
MD
LG