Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Yemen'ê Metirsîya Xelayê Zêde Dibe


Neteweyên Yekbûyî (NY) do Çarşemê ragihand ku pêdivîya Yemen'ê demûdest bi 2.1 mîlyar dolar heye. Jiber şerê navxweyî û êrîşên koalîsyona ku Erebîstana Siûdî pêşengîya wê dike, nan bi dest ji sê paran du ya gelê Yemen'ê nakeve.

Rêvebirê Kordînasyona Alîkarîyê ya NY Stephen O'brien bal kişand ku li Yemen'ê metirsîya xelayê mezin e.

''7.3 mîlyon meriv nizanin dê xwarina wan ya danekî din ji kû were. Ger em li Yemen'ê zû tevnegerin, tevî hin xebatan jî di sala 2017'an de rîska xelayê pir zêde ye.'' O'brien got.

Li gor daneyên fermî, di sala 2016'an de bi qasî 63 hezar zaroyên Yemenî jiber nexweşîyên ku ji birçîbûnê çêbûn mirin.

Serhildayên Husî û alîgirên Serokomarê Yemen'ê Abd-Rabbu Mansur ji Adara 2015'an ve pev diçin.

XS
SM
MD
LG