Berpirsê mirovahî yê Neteweyên Yekbûyî, Stephen O'Brien ji Civata Ewlekarî ya Neteweyên Yekbûyî re got ku Yemen bûye cîhê mezintirîn krîza xwarinê ya cîhanê.
O'Brien bal kişand ku pirtir ji 17 mîlyon Yemenî têkoşîna tunebûna xwarinê didin û dora 7 mîlyon ji wan tenê gaveke biçûk ji birçîbûnê dûr in.
"Sedema metirsîya birçîbûnê şerê navnera hikûmeta yemenî û serhildayên Husî ye û berdewamkirina wî şerî rewşa heyî xirabtire dike,” O'Brien bi berdewamî got.
Wî da zanîn ku li pir cîhan sedema birçîbûnê tunebûna avê û zuhabûn e, lê rewşa Yemenê bi tevahî bi destê mirovan çêbûye.
"Ger şer destpê nekiriba hîngê birçîbûn, xizanî, nexweşî û mirin nedibûn û rewşa niha bi hêsanî wê bihata sekinandin,” O'Brien got.
Jiber şerê berdewam, çandinî û masîvanî bi giranî zîyar dîtine û dorpêça welatên Ereb yên ser keştîgeha Aden’ê jî gîhandina alîkarîya mirovahî û benzînê dijwartir kiriye.