Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Di Êrîşeke Xwekujî de 8 Leşker li Yemenê Hatin Kuştin


Serhildayên Hûsî

Reuters'ê ragihand ku li Yemenê di êrîşeke xwekujî ya li ber kampeke leşkerî de, herî kêm 8 leşker hatin kuştin û 10 leşkerên din jî birîndar bûn.

Êrîş li Zincibarê, ku li başûrê Yemenê ye, pêk hat. Asayîşê ragihand ku êrîşkarekî ku kincên leşkerî li xwe kirine, wesayîta bombebarkirî ajotîye ber kampê û peqandîye.

Tê guman kirin ku êrîş El-Qaîde li dar xistîye. El-Qaîdeya Nîvgirava Erebî (AQAP) ew çend meh in li Yemenê êrîşên bi vî rengî li dar dixîne.

Hêjayî bîrxistinê ye ku şerê navxweyî li Yemenê di Adara 2015'an de destpê kir. Di alozîya berdewam de serhildayên Husî ku Îran piştgirî li wan dike û Abdu Rabu Mansour Hadi ku Erebîstana Saudî hevalbendê wî ye, dijî hevdû şer dikin.

XS
SM
MD
LG