Lînkên eksesibilîtî

Îsrail Rexneyên Erdogan Bi Tûndî Bersiv Dide


Serokê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan roja Çarşemê di axiftineke xwe de rexne li Îsrailê girtin û got "Îsrail ziyanê di gehîne xwezaya Îslamê " li Qûdsê.

Serokê Tirkiyê R.T. Erdogan yê ku bingeheke wî ya Îslamî heye, di kongireke perwerdê de li paytext Enqere got "Îsrail guherînan biser xwezaya Îslamê de tîne li Qûdsê, bila kes çaverê nebe ku em bêdeng bimînin derbarê bikar anîna cût kirîteran li Qûdsê", weke Erdogan dibêje.

Derbarê daxûyanîya Erdogan wezareta derve ya Îsrailê bi lezgînî bersivek tûnd da hikûmeta Enqerê û got "Tirkiye weha tevdigere weke hêjî Împîratorîya Osmanlî liser desthilatê ye.

Berdevkê wezareta derve ya Îsrailê Emmanuel Nahshon got "Tirkiya ku bakurê Qibris dagîr kirî, Zolmê bi şêweke hovane li netewa Kurd dike û rojnamevanan zîndan dike, liber xwe waneyan dide Îsrailê yaku xwedîya demokratîya takane li herêmê".

Daxûyaniyên berpirsên herdu welatan dibe bibin sedemê aloziyên hêj mezintir dinavbera Enqere û Tel Avivê de.

Wek tê zanîn ev demeke alozî li mizgefta al Aqsa li Ulşelîm (Qûds)ê, tên berdewam kirin, ew mizgeft weke sêyemîn ciyê herî pîroze di ola Îslamê de tê naskirin.

XS
SM
MD
LG