Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Asayişa Duhokê Fermana Daxistina Ofîsa Rêxistina Yezda Dide


Rêxistina Yazda
Rêxistina Yazda

Asayişa bajarê Duhok, fermana girtina Ofîsa rêxistina Yezda dide û berpirsên rêxistinê li Duhokê dibêjin haya wan nîne kanê bi çi sedem rêxistina wan hatiye girtin.

Rêxistina Yezda meha 12an ya sala 2015an di nava kampên koçberan de hate damezrandin, wê gelek çalakiyên di warê mafên mirov û alîkariya mirovatî de pêşkeşî koçberên Şengalê kirine.

Li gor çavkaniyên pişka Kurdî ya Dengê Amerîka ofîsa wan bi fermana Asayişa parêzgeha Duhokê doh roja Duşemê 2i meha Kanûna Paşîn hatiye girtin.

Berpirsê Ofîsa rêxistina Yezda li Duhokê Cemîl Xanim gote Dengê Amerîka " heta niha ew jî nizanin kanê boçî fermana girtina rêxistinê hatiye dan, jiber ku ne daxûyaniyek fermî ji me re hatiye , ne telefonek ji aliyê hikûmetê yan asyişê, em niha li benda fermanek fermî ne", weke Cemîl Xanim berpirsê Ofîsa Yezda li Duhokê dibêje.

Herweha wî got, niha herdu rêvebirên rêxistina wan, li Hewlêrê ne, ew bi Wezîrê navxwe û berpirsên hikûmeta herêmê re di nava têkiliyan de ne, da ku, bizanin sedemên girtina rêxistina wan çi ne.

Nûçegihanê dengê Amerîka dibêje wan xwest xwe bigehînin çavkaniyên fermî û bizanin fermana girtina rêxistinê bi çi awayî ye, lê kesek amade nebû bersiva pirsên Dengê Amerîka bide.

Li aliyek din rêxistina Yazda liser malpera xwe ya Facebookê dinivîse, Ofîsa wan ji aliyê Asayişê ve hatiye girtin bê ku sedemên daxistinê bizanin, herweha biryara rawestandina hemû projeyên wê yên alîkarî û xêrxwazî hatiye dan.

Rapora taybet li ser girtina rêxistina YEZDA
please wait

No media source currently available

0:00 0:02:30 0:00

XS
SM
MD
LG