Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Yildirim: Em Çaverê Dikîn Îdara Nû Ya Amerîka Çekan Nede YPG Ê


Serok Hikûmetê Tirkiyê Binali Yildirim

Serok hikûmetê Tirkiyê Binalî Yildirim roja Sêşemê di axiftineka xwe ya jibo hejmarek endamên partiya xwe yên di parlamenê de rexne arastey Îdara seokê Amerîka Barack Obama dike û derbarê biçek kirina Yekîneyên Parastina Gel ya Kurdî li Sûriyê Amerîka rexne dike.

Yildirim di axiftina xwe de got"Ew bi hêvîne Îdara nû ya Amerîka biçek kirina YPG ê rawestîne", û got Îdara Obama berpirse ji alîkarîkirina YPG ê.

Şervanên YPGê
Şervanên YPGê

Yildirim herweha di axfitna xwe de got divê Welatên Yekgirtî yên Amerîka rê nede rêxistinek terorê têkiliyên wê yên Stratejîk bi Tirkiyê re xerab bike', weke Yildirim dibêje.

Tirkiye gelek ji Amerîka acize, jiber alîkariya bi Yejkîneyên Parastina Gel ya Kurdî re li Sûriyê, Amerîka wan hevkarekî bingehîn yê şerê li dij Dewleta Îslamê (DAIŞ) ê dibîne.

Di beşekî axiftina xwe de Ylidirim dibêje ji Tebaxa borî heta niha wan li nav axa Sûriyê zêdetriî 1.200 çekdarên Dewleta Îsalmê(DAIŞ)ê kuştine, weke Yildirim dibêje, Tirkiye niha welatê herî li pêş û bi bandore di şerê li dij rêxistinên şîdetkar de.

Serok hikûmetê Tirkiyê Binalî Yildirim dibêje' Tirkiye welatê yekaneye yê ku, şerê DAIŞê dike û Amerîka tiştekî nake'.

XS
SM
MD
LG