Serokwezîrê Tirkîyê Bînali Yildirim ragihand ku di hevdîtina ligel Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî de peywendîyên aborî û pêşketinên li herêmê hatin nirxandin.
Nivîsgeha Barzanî jî ragihand ku her du alî peywendîyên aborî yên Herêma Kurdistanê û Tirkîyê gotûbêj kir.
Di civînê de herwiha mijarên ewlehî û rewşa Îrqê bi giştî û şerê hevbeş yê dijî terorê jî hatin nîqaş kirin.
Di civînan de Berdevkê hikûmeta Herêma Kurdistanê Sefin Dizeyî û Serokê Dîwana Serokatîy Herêma Kurdistanê Fuad Huseyîn jî beşdar bûn.