Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Tirkîye vê Carê jî YouTube Qedexe Dike


Tirkîyê piştî qedexekirina Twitter’ê, vê carê jî Youtube a parvekirina vîdyoyan blok kir.

Tê ragihandin ku ew biryar wek tedbîrekê hate girtin, piştî ku tomara axaftinên karbidestên mezin yên hikûmetê di Youtube de hatin weşandin.

Di wan tomaran de wezîrê derve, rêvebirê giştî ya sazya îstixbaratî û çend karbidestên din li ser operasyoneke leşkerî li Sûrîyê gotûbêj dkin.

Jêderekî ji ofîsa Serokwezîr Erdogan îro Pêncşemê ragihand ku weşandina ew tomarên dengaan arîşeyeke ewlehîya netewî ye.

Heman jêder got, Tirkîye ligel rêvebirên YouTube di danûstandinan de ye ku ew vîdyona ji înternetê rake û eger ew yek pêk wê YouTube jî careke din serbest be.
XS
SM
MD
LG