Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hêzên Kurdan li Sûrîyê 12 Mîlîtanên El Qayde Kuştin


Şervanên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) li Helebê şerî dijî rejîma Esed dikin. Hezîran 7, 2013
Şervanên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) li Helebê şerî dijî rejîma Esed dikin. Hezîran 7, 2013
Bizavkarên Sûrî dibêjin, di pevçûnên navbera şervanên Kurd yên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û serhildayên girêdayî El Qayde de, 12 mîlîtanên Îslamî li bakurê welêt hatine kuştin.

Çavdêrîya Sûrî ya jibo Mafên Mirovan îro Înîyê ragihand ku şerê behskrî şeva borî li bakurê rojhilata Hesekê qewimîn.

Çavdêrîya Sûrî ya jibo Mafên Mirovan da zanîn ku tevahîya kuştîyan endamên Cebhet El Nusra û Dewleta Îslamî ya Îraq û Şam in ku her du jî bi El Qayde ve girêdayî ne.

Şer û pevçûnên navbera Kurdan û grubên tundrê dijwartir bûne, piştî ku YPG banga piştgirîyê li hemî Kurdan kir.

Hêjayî gotinê ye, rêberekî navdar yê Kurdan berî çend rojan bibû armanca peqînekê û jîyana xwe ji dest dabû.
XS
SM
MD
LG