Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

SOHR: Hêzên Kurdan li Sûrîyê Nêzîkî Sînorê Tirkiyê Dibin


Ajansa Reuters ji zarê Çavdêriya Sûrî ya jobo Mafên Mirovan (SOHR) radigihîne ku hêzên ji aliyê Kurdan ve tên destek kirin, nêzîkî sînorên Tirkiyê dibin.

SOHR ku çavdêriya tundûtûjiya li Sûriyê dike û çavdêrên wê li piranîya herêmên navxweyî yên Sûriyê hene, da zanîn ku şerekî dijwar li bakurê Sûriyê heye.

SOHR dide zanîn ku şer di navbera hêzên rejîma Esad û grubên opozisyonê de berdewam dikin, hikûmeta Sûrî û Rûsya wan grupên opozisyonê wek komên Îslamî yên radîkal û terorîst dibînin.

SOHR bi berdewamî dibêje, hêzên Kurdan 70% ji bajarokê Til Rifat, ku dikeve navbera Heleb û Ezazê, xistine jêr kontrola xwe.

Hêjayî balkişandinê ye Til Rifat jibo kontrolkirina bajarê Ezazê cîhekî pir giring e.

Serokwezîrê Tirkîyê Ahmet Davutoglu îro Yekşemê ragihandibû ku her wextê ku hêzên YPG xwestin bajarê Ezazê kontrol bikin, ewê bi şêweke dijwar li dijî wan rawistin û bersîveke tund bidin wan.

XS
SM
MD
LG