Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rûsya Dewleta Tirk bi Piştevaniya Terorê Tawanbar Dike


Vitaly Churkin

Di namekê jibo Konseya Ewlekariyê re hatiye şandin, Rûsya giliyê dike û dibêje Tirkiyê kesan ji welatên Qafkasya û Asya Navîn dişîne nav rêzên grubên terorist de, li Sûriyê da ku di nav rêzên çekdarên Daişê de şer bikin.

Balyozê Rûsiya Vitaly Churkin li NY beriya hefteyekê namek ji Konseya ewlekariyê ya Neteweyên Yeknûyî re şandiye dibêje, bandên terorîst yên girêdayî Daişê li bajarên Tirkiyê hene, ew endamên nû jibo nav rêzên çekdarên Daiş dişînin, ev endamên nû piraniya wan ji welatên yekêtiya Sovyeta berê ne, bi riya bandên li Tirkiyê hene jibo Sûriyê tên şandin.

Dîsan di Nameya Rûsya de hatiye nivîsandin ku, di Îlona derbasbûyî de 1000 endamên nû bi riya bandên li Tirkiyê ji Ewrupa û Asya Navîn, tevlî nav rêzên Daişê kirine.

Ev çendîn car e, Rûsya dewleta Tirk bi hevkariya Daişê re sucdar dike, Sêşema derbasbûyî cîgirê balyoz Vladimir Safronkov ji Konseya ewlekariyê xwestibû ku, Tirkiye topbarana xwe ya li hember şervanên kurd YPG li bakurê Sûriyê rawestîne.

Safronkov herwiha daxwaz ji hevpeymaniya navnetewî ya li dij Daişê kir, da ku sinyalek xurt û guncaw ji Tirkiyê re bistîne ku helwesta xwe ya bê wate li hember rewşa Sûriyê bidawî bike.

XS
SM
MD
LG