Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serok Trump Biryara Şandina Çekan bo YPG'ê Pejirand


Şervanekî HSD'ê li bakurê Tabqa
Şervanekî HSD'ê li bakurê Tabqa

Reuters’ê ragihand ku Serokê Amerîka Donald Trump, tevî nerazîbûna Tirkîyê biryara şandina çekan bo Yekîneyên Parastina Gel (YPG) pejirand. Di nav çekên dê werin şandin de çekên giran û wesayîtên zirxî jî hene.

Biryara şandina çekan, berê karbidestekî payabilind yê ku nexwest navê xwe eşkere bike ji Reuters û AFP’ê re ragihand, û paşê Wezareta Berevanî ya Amerîka (Pentagon) alîkarîya çekan piştrast kir.

Berdevkê Pentagonê Dana White, ku bi Wezîrê Berevanî James Mattis re diçû Lîtvanya, ser alîkarîya çekan daxuyanîyeke nivîskî weşand.

‘’Me hay ji fikarên Tirkîyê, ku hevalbendê me yê koalîsyonê ye, heye. Amerîka ewê hevalbendê xwe yê NATO biparêzê û rê li ber rîskên nû yên ewlehîyê bigire’’ White got.

White bi berdewamî da zanîn ku hêza ku dikare Reqa ji destê DAIŞ’ê bigire tenê Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD) ye, ku pêşengê wê YPG ye.

Karbidestên Amerîkî eşkere nekirin ku ewê kengî çek ji YPG’ê re werin şandin.

Hêjayê bîrxîstinê ye, Serok Trump û Serokomarê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan ewê hefteya pêş li Washingtonê bicivin.

XS
SM
MD
LG