Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Şervanên YPG yên Brîtanî û Slovenî li Minbicê Jîyana Xwe ji Dest Dan


Martin Gruden (Rodî) û Dean Carl Evans (Gîvara)
Martin Gruden (Rodî) û Dean Carl Evans (Gîvara)

Yekîneyên Parastina Gel (YPG) îro Sêşemê ragihand ku 2 dilxwazên wê yên ji welatên Rojava di opersyona rizgarkirina minbicê de jîyana xwe ji dest dane.

YPG dide zanîn ku navê wan du şervanan Dean Carl Evans ku bi navê Gîvara û Martin Gruden ku bi navê Rodî dihatin nasîn.

Li gor daxuyanîya YPGê, Evans ji Brîtanya ye û ew di 29’ê Tîrmehê de li Minbicê, di şerê dijî dAIŞê de hatiye kuştin. Gruden jî ji Slovenya ye û ew jî di 21’ê Tîrmehê de li her li Minbicê jîyana xwe hinda kiriye.

Hêjayî gotinê ye salên dawî de gelek dilxwazên bîyanî tev li YPG bûne ku dijî DAIŞ’ê şer bikin.

XS
SM
MD
LG