Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

YPG: Rejîm Serketina Dijî DAIŞ'ê Wek Tekçûna Xwe Dibîne


Berdevkê Yekîneyên Parastina Gel (YPG) Rêdûr Xelîl li sere şerê berdewam li Hesekê daxuyanêyeke nivîskî weşand û ahahîyên girîng li ser rewşa heyî dan.

Daxuyanî dide zanîn ku îro Pêncşemê balafirên rejîma Sûrî taxên sîvîl yên li bajarê Hesekê û noqteyên hêzên Asayîşê bombebaran kirine, bi top û hawan û çekên giran bajer topbaran kirin.

Xelîl radigihîne ku di encama wan êrîşan de bi dehan sîvîl birîndar bûne û jîyana xwe ji dest dane û jiber êrîşan sîvîl ji bajêr derketine û koçber bûne.

YPG bal dikşîne ku berê jî di nava bajer de di navbera hêzên Asayîşê û rejîmê de şerên dijwartir rû dabûn, lê rejîmê heta niha balafir bikar nanîbû.

“Di vê demê de ku YPG û Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD) li dijî terora DAIŞ’ê serkeftinên mezin bi dest xistin de balafirên şer û bi çekên giran bombebarankirina sîvîlan ji alîyê rejîmê ve tê wateya vala derxistina encamê serkeftina hemle Minbicê û piştgirî dayina DAIŞ’ê. Ev jî tê wateya ku rejîm binkeftina DAIŞ’ê wekî binkeftine xwe dibîne. Heta niha jî rejîm jibo planên xwe yên qirêj pêk bîne hêvîya xwe bi hebûna DAIŞ’ê tîne. Ev gavê ji alîyê rejîmê ve tê pêşxistin tê wateya întîxar e.”

Daxuyanîya YPG'ê hîn raportên medyayî red dike ku agirbestek li Hesekê çebûye.

"Raporên wiha derew in û armanca wan ji ew e ku rejîm zexta rayagiştî ji ser xwe rake. Rejîm heta niha jî bi çekên giran hemû taxên bajêr tên topbaran dike û leşkerên wan jî hemû cûreyên çekan bi kar tînin.”

YPG dîyar dike ku ewê li dijî êrîşên hovanê ya li ser gelê Kurd bê bersîv nemîne û jibo parastina gel bi xurtî li hember êrîşan bisekine.

XS
SM
MD
LG