Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

YPG Hêzên Hikûmeta Sûrîyê Vedixwîne Minbicê


Yekîneyên Parastina Gel (YPG) ragihand ku wan hêzên hikûmeta Surîyê vexwendîyê Minbicê.

YPG’ê ji Twitterê dîyar kir ku bo ‘’Minbic ji gefên Tirkan were parastin’’ wan xwestiye ku hêzên hikûmeta Sûrîyê bikevin wê herêmê.

Serokê Amerîka Donald Trump hefteya borî dabû zanîn ku ewê hêzên Amerîkî ji Sûrîyê vekişînin.

Koalîsyona bi pêşengîya Amerîka di têkoşîna dijî Dewleta Îslamî de bi Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD) û Yekîneyên Parastina Gel (YPG) re hevkarîyê dike û Tirkîye wan rêxistinên terorîst dihesibîne.

Serokomarê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan di rojên borî de gotibû ku ewê dijî rojhilata Firatê dest bi operasyonekê bikin.

XS
SM
MD
LG