Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

General Townsend: YPG Wê di Operasyona Reqa de Cîh Bigire


Kurdekî Amerîkî bi ala YPG di xwepêşandanê de ye

Fermandarê hêzên Amerîkî li Îraqê, General Stephen Townsend dibêje, wê şervanên YPG di operasyona rizgarkirina Reqa de cîh bigirin.

Townsend di brifînga nûçevanî de, da zanîn ku koalîsyona bi pêşengîya Amerîka dixwaze ku demûdest dest bi operasyona Reqa bike jiber ku ew rêxistina tundrê plankirina êrîşên li seranser cîhanê ji wî bajarî cîh tîne.

"Tenê hêza ku bikare di demeke kurt de Reqa rizgar bike, Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD) e û Yekîneyên Parastina Gel (YPG) jî beşekî girîng ya wê pêk tîne. Emê hêza heyî bi kar bînin û bi wê hêzê, di demeke nêzîk de ber bi Reqa ve herin,”Townsend got.

Amerîka, YPG di şerê dijî DAIŞê de hevkara xwe dibîne, lê Tirkîye wê jiber peywwendîyan ligel PKKê, wek “terorîst” dihesibîne.

YPG kakila Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD) e ku Amerka piştgirî lê dike. Ew di nav sala borî de heremeke berfireh ji destî DAIŞê standibû.

XS
SM
MD
LG