Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Reuters: Tirkîyê li Til Rifat Êrîşî YPG Dike


Tnkên Tirkîyê li Elbeyî, Kîlîs

Ajansa Reuters ji zarê berdevkê YPGê Rêdûr Xelîl radigihîne ku Tirkîyê îro Duşemê şervanên wê yên li bakurê Helebê topbaran dike.

Xelîl ji ajansê re dîyar kiriye ku êrîşên Tirkîyê hêzên wan li Til Rifat kiriye armanc û şervanekî wan birîndar kiriye.

Çavdêrîya Sûrî ya jibo Mafên Mirovan (SOHR) ragihand ku hêzên Tirkîyê meha borî jî heman deverê topbaran kiribûn.

Enqere bi hêzbûna Kurdên Sûrîyê di hişyarî de ye û hewil dide pêşîya wan bigire. YPG ku piranîya sînorê bi Tirkîyê kontrol dike, hevalbenda herî karîger ya koalîsyona navnetewî ya dijî DAIŞê ye.

XS
SM
MD
LG