Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Berdevikê YPG Bersîva Tawanbarîyên Tirkîyê Dide


Nuri Mahmud

Berdevikê YPG , Nûrî Mehmûd bersîva îdayên Tirkîyê da û got ku hêzên wan li ser sînorê bi Tirkîyê tune ne.

Nûrî Mehmûd serjimarên encamên êrîşên Tirkîyê dijî herêmên bakûrê Sûrîyê dîyar kir.

Berdevik, Tirkîyê bi pişgirîya DAIŞ'ê tawanbar kir û ragihand ku heremên di bin kontola Tirkîyê yên li Sûrîyê ji bo hêzên DAIŞ'ê, cihên ewle ne.

Mehmûd kuştina El Bexdadî ya li heremê wek mînak nîşan da.

Her wiha, wî eşkere kir ku hêzên wan cara yekê cihê Bexdadî destnîşankiribû û ew agahî bi hevkarîyanavneteweyî ya dijî DAIŞ'ê hatibû parvekirin. Di encamê wê peyvajoyê de Bexdadî di oprasyonekê hat kuştin.

Derbarê şerê dijî DAIŞ'ê de berdevikê YPG'ê da zanîn ku jiber sedema êrîşên Tirkîyê û piştgirîya rêjîma Sûrîyê û Îranê, DAIŞ bi hêz bûye.

Ser peywendîya Kurdên Sûrîyê û Amerîka jî Mehmûd got ku du armancên sereke de ew digel Amerîka di nava hevkarîyê de ne , yek dijî DAIŞ'ê ya din avakirina aramîya herêmê.

Her wiha Mehmûd ji Amerika xwest ku piştgirîya sîyasî bide rêvebirîya xweser.

Di dawîya axaftina xwe de berdevikê YPG behsa peywendîyên xwe yên bi Rûsyayê kir û got ku sîyaseta Rûsyayê bê encam e, jiber ku piştgirî û alîgirîya Rêjmê dike.

Wî her wiha bal kişand ser bizavên rêjîmê ya leşkerî dijî hêzên wan li herêmên bakûr û rojhilatê Sûrîyê.

XS
SM
MD
LG