Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

YPG û Artêşa Tirk li Efrîn û Dirbêsîyê Şer Dikin


Şervanekî YPG'ê
Şervanekî YPG'ê

Çavdêrîya Sûrî ya jibo Mafên Mirovan (SOHR) îro Pêncşemê ragihand ku di navbera Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û Artêşa Tirk de, li Efrînê pevçûn qewimîne.

SOHR’ê dîyar kir ku Artêşa Tirk bi topan êrîşî gundên Qerebaba û Farfarak ya Efrînê kiriye û YPG’ê jî bi roketan bersîv daye, lê ser hejmara kuştî yan birîndaran ti agahî neda.

AFP’ê ji zarê Berdevkê YPG’ê Rêdûr Xelîl da zanîn ku Artêşa Tirk, li Dirbêsîyê jî bi topan êrîş kiriye û ser sînor pevçûnên gur qewimîne.

Hêjayî bîrxistinê ye, jiber êrîşên esmanî yên Tirkîyê, ku li Îraq û Sûrîyê li dar xistibûn, Amerîka û Rûsya nerazîbûnên xwe nîşan dabûn.

YPG’ê bang li koalîsyona navneteweyî kiribû ku li dijî êrîşên Tirkîyê erka xwe bîne cîh.

XS
SM
MD
LG