Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

YPG: Operasyona Tirkîyê Wê Kêrî DAIŞ'ê Were


Yekîneyên Parastina Gel (YPG) dîyar kir operasyona Tirkîyê ya dijî rojhilata Firatê wê kêrî Dewleta Îslamî (DAIŞ) were.

Berdevkê YPG’ê Nûrî Mahmud da zanîn ku operasyona Tirkîyê dê li dema ku ew dijî DAIŞ’ê bi ser dikevin, rast were.

‘’Ger Tirkîye dijî bakurê Sûrîyê operasyonê pêk bîne, ewê bandora wê rastexwe li Cenga Hajînê hebe. Kesên li wir cengê dikin, bo berevanîya mal û malbatên xwe wê vegerin’’ Nuri Mahmud got.

Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD), ku Yekîneyên Parastina Gel (YPG) pêşengîya wê dike, di 10’ê Îlonê de dijî DAIŞ’ê dest bi operasyona Hajînê kiribû.

Erdogan do Çarşemê gotibû ku ewê heta çend rojan dijî rojhilata Firatê dest bi operasyonê kiribûn.

Piştî gotinên Erdogan, Wezareta Berevanî ya Amerîka, Enqere hişyar kiribû ku dîyar kiribû ku ewê operasyon zararê bide serketinên dijî DAIŞ’ê

XS
SM
MD
LG