Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

YPG Dibêje Hêzên Wê Piştî Rizgarkirina Minbicê Vegerîn Nevendên Xwe


Fermandarîya Gîştî ya Yekîneyên Parastina Gel (YPG) îro Pêncşemê bi daxuyanîyeke nivîskî ragihand ku hêzên wan berî sê rojan erka xwe ya di operasyona rizgarkirina Minbicê de bi serkeftî cih anîye.

YPG dîyar kir ku wan di 15’ê Tebaxê de destpê kir ku hemû noqteyên xwe radestî Meclîsa Leşkerî ya Minbicê û rêvebirîya sîvîl jî radestî Meclîsa Minbic ya sîvîl bikin û vegerin baregehên xwe.

“Hêzên me li ser daxwaza Meclîsa Leşkerî ya Minbicê alîkarî û piştgirî da vê operesyonê. Me dikaribû li ber hêzên Meclîs Leşkerî ya Minbicê, bajarê Minbicê û firehîyên mezin yên gundewarên wê ji çeteyan rizgar bikin.”

Daxuyanîya YPG’ê bal kişand ku operasyona Minbicê, bi têkoşîna hevpar ya Kurd, Ereb, Tirkmenan serketî bûye û ew jî îsbat e ku ev jî alternatîfa polîtîkayên mezhebî, taîfî û nijadperestî li Sûrîyê ye.

YPG bi berdewamî dîyar kir ku hêzên wê hemû noqteyên ku li bakurê Çemê Sacûr rizgar kirine, radestî Meclîsa Leşkerî ya Cerablusê kirine û ewê her dem jibo piştgirîdayîna Meclîsa Leşkerî ya Cerablusê jî amade bin.

XS
SM
MD
LG