Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Wezîrê Alman Roth: YE Wê Peymaneke Nû ya bi Brîtanya re Qebûl Neke


Michael Roth

Wezîrê Karên Ewrupî yê Almanya Michael Roth îro nameyeke vekirî ji hikûmeta Brîtanî re weşand û got ku Yekîtîya Ewrupa (YE) nikare peymana Berxitê ya neh berê vekê nîqaşê.

“Pêşnîyarqanûna bazara hindurîn ya Brîtanî wê bi awayekî berbiçav hin beşên Peymana Derketina ji YE pûç dike” Roth di nameyê de ku îro Der Spiegel de hat weşandin de got.

Roth rexne li Brîtanya kir ku guman tîne ser rêketina wan ku paymaneke navnetewî ye û tenê neh berê hatibû îmza kirin.

“Tevî ku ev peyman neh meh berê hat îmza kirin, hun careke din guman tînin ser vê? Yekîtîya Ewrupa nikare wê yekê qebûl bike û dê qebûl neke.”

Roth got ku lihevkirineke rewa tenê bi nîşandana nîyetbaşî ya Brîtanya û Yekîtîya Ewrupa pêkan e, lê ger hat û ew yek çênebû, Yekîtîya Ewrupa ji hemî senaryoyên din re amade ye.

XS
SM
MD
LG