Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

YSK Biryar Guhert; Şeş Kurd Dikarin Beşdarî Hilbijartina Tirkîye Bibin


Parlamenter Sebahat Tuncel (naverast) û Ufuk Uras (rast) beşdarî xwepêşandanekê bûn li dijî biryara YSK.
Parlamenter Sebahat Tuncel (naverast) û Ufuk Uras (rast) beşdarî xwepêşandanekê bûn li dijî biryara YSK.

Civîna Komisyona Hilbijartinên Tirkîyê YSK'ê , ya di derbarê serlêdana namzedên serbixwe de ku roja Pêncşem di saet 10:00 de destpêkiribû, bi dawî bû. Kombûna ku 8 saet dewam kir bi biryareka erênî encam da. Li gorî encama civînê, namzetên serbixwe yên Bloka Ked, Azadî û Demokrasiyê, Gultan Kişanak, Leyla Zana, Hatîp Dîcle, Ertugrul Kurkçu, Salîh Yildiz û Sebahat Tuncel dikarin tevlî hilbijartina 12'ê hezîranê bibin. Îtîraza Îsa Gurbuz, Çîçek Otlu û Şerafettîn Efe jî nehatin qebûlkirin. Herwiha belgeyên Harun Ozcan jî dê were kontrolkirin. Hat ragihandin ku ev encam ji alîyê endamên komîsyonê ve, bi yekdengî hatîye qebûl kirin.

Piştî biryara YSK, Hevserokê Berê yê BDP Selahattîn Demîrtaş daxuyeniyekî da û destnîşan kir ku ew her dem bi vetoyan re rû bir û dimînin. Namzedê serbixwe yê Hekkarê Selahattîn Demîrtaş da zanîn ku dexwaz û hêvîyê wan ji alîyê hikumetê ve nehat dîtin û hikumetê li ser dexwaza wan carekî jî tu daxûyanî nedane. Selahattîn Demîrtaş got ku ev yek bixwe vetoya dewletê ye li ser wan ku tu bersiv nadin dexwazên wan. Hevserokê berê yê BDP da zanîn dexwaza wan ewe ku li Tirkîyeyê demokrasî biser bikeve û ji bo vê dexwazê jî ewê her berxwe bidin.

Selahattîn Demîrtaş da zanîn ku di vê pengavê da bi sedan jin mêr, zarok, jiber protestoyan hatine girtin. Demîrtaş destnîşan kir û got divê van kesan werin berdan. Sîyasetvanê kurd got li hemberê geşedanên dijî demokrasîyê ew dîsa hêvîdarin ku Tirkîye demokrasîya ku heq kirîye bidest bixe.

Sîyasetvanê kurd dîyar kir ku tundîyên ku di protestoyan de derketin holê, ji ber helwesta hêzên ewlekarîyê pêk hatîne û got protesto mafekî rewa ye ku her kes ji bo dexwazên demokratîk bi girseyî dikaribin dengê xwe bigîinin rayedaran. SelahattÎn Demîrtaş da zanîn ku ew di prosesa hilbijartinê da naxwazin ku alozî derkevin û bang li hêzên ewlekarîyê kir da ku li hemberê dexwazên gel yên demokratîk helwestên tûnd nîşan nedin. Herwiha li xwenîşanderan jî bang kir da ku zirarê nedin mal û canê tû kesî. Sîyasetvanê kurd dîyar kir ji ber rewşa awarte ya vî çendê, li herêmê pêk hat, ew mecbûr ma ku hevdîtina bi serokkomar re bettal bike. Demîrtaş destnîşan kir Serokkomar kînga bixwaze ew amadene ji bo hevdîtina bi wî re. Hevserokê berê yê BDP Demîrtaş li gel, sazî, dezge, medya û kesên ku di vê pengavêda piştgirîyê dane wan spasîyê xwe kir..

Ji alîyê dinêva cenazeyê Îbrahîm Oruç ê 18 salî yê ku roja çarşemê di dema protestoyên biryara YSK de li Bismilê hat kuştin, îro bi tevlêbûna dehan hezar kesî ve hat definkirin. Piştî Cenaze li navçeyê di navbera girsyê û hêzên ewlekarîyê de pevçûn derketîn. Hêjayê gotinêye îro li Dîyarbekir, Batman, Hekkarê, Gever, Nisêbîn, Bazîd, Wan û li gelek navçeyan dikan nehatin vekirin û di kolanan de bizavên protestoyê hatin lidarxistin.

Hêjayê birxistinêye ku piştî ku roja duşemê, Komîsyona Bilinda Helbijartina Tirkîyeyê ku namzed kirina çend berbijarên BDP ê berbend kirîbû, li gelek bajarên Tirkîyeyê nerazîbûn derketin û gelek xwepêşandan pêk hatin. Di encama buyeran de di navbera xwenîşanderan û hêzên ewlekarîyê da pevçûn derketin û di encama protestoyan de li navçeya Bismilê xoretkî 18 salî hat kuştin, herwiha li gelek cîhan bi dehan kes birîndar bûn û bi sedan kes jî ji alîyê polêsan ve hatin girtin.

Nivîsên peywendîdar

XS
SM
MD
LG