Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

YSK'ê Biryar Da ku Ahmet Turk Destûrnameya Bajarvanîyê Bistîne


Ahmet Turk
Ahmet Turk

Komîsyona Bilind ya Hilbijartinê (YSK) biryar da ku Ahmet Turk destûrnameya bajarvanîyê bistîne.

Berbijarê Partîya Demokratîk ya Gelan (HDP) Ahmet Turk di hilbijartina herêmî ya Mêrdînê de bi 56,2 ji sedê dengan bi ser ketibû.

Li ber e ku Ahmet Turk roja Duşemê destûrnameya xwe wergire.

HDP’ê îdia kiribû ku Partîya Dad û Pêşveçûnê (AKP) ‘’jiber kalbûna Ahmet Turk’’ serî li YSK’ê daye û xwestiye ku ew destûrnameyê nestîne.

Hêjayî bîrxistinê ye, Ahmet Turk berê jî bajarvanîya Mêrdînê dikir, lê bi biryara hikûmeta Tirk qeyûm dest danîbû ser şaredarîyê.

XS
SM
MD
LG