Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rewşa Dawî ya Doza Hevseroka Berê ya HDP'ê Yuksekdag Çi Ye?


Hevseroka berê ya Partîya Demokratîk a Gelan (HDP) Fîgen Yuksekdag jiber ‘’lêpirsînên terorê’’ di Mijdar’a 2016’an û vir ve girtî ye.

Yuksekdag di doza li hember wê de bi tawanên wek "rêveberîya rêxistina terorê, propagandaya rêxistina terorê, dijberîya qanûna civîn û xwepêşandanan’’ tê darizandin.

Dadgeh jibo Yuksekdağ ve ji 30 sal heta 83 salan cezayê girtîgehê dixwaze.

Gelo tawanên dijî Yuksekdag çi ne ? Piştî 4 salan di dozên dijî Yuksekdag de çi qewimîn û çima piştî çar salan ew hîn girtî ye?

Ezgî Gungordu, yek ji parêzeran Yuksekdagê behsa peyvajoya darizandina wê dike û dibêje ku piştî 2016’an destnedana hin parlementeran hat rakirin û jimareke parlementerên HDP’ê hatin girtin.

‘’Di sîstemên hiqûqê de parlamanter jiber axaftinan nayên darizandin. Parlamanterîya Yuksekdag wê demê hat xistin. Hemî daxwazên parêzeran yên jibo berdana Yuksekdag, bê sedem hatin red kirin. «

Gungordu bi bîr tîne ku hem Dadgeha Qanûna Bingehîn ya Tirkîyê û hem jî Dadgeha Mafên Mirovan ya Ewrupa (ECHR) biryar da ku girtina Yuksekdag dijî hiqûqê ye.

"Tevî biryara wan her du dadgehan, Yuksekdag dîsa jî heta niha nehat berdan."

MEB_17_07_2020_Doza_Yuksekdag
please wait

No media source currently available

0:00 0:03:50 0:00

XS
SM
MD
LG