Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rûsya Dijî Galyamina ya Rexnegira Kremlînê Lêpirsînê Vedike


Yuliya Galyamina

Karbidestên Rûsî îro Înê ragihand ku wan dijî endama civata meclîsa bajarê Moskowê, Yulia Galyamina lêpirsîneke tawankarî vekiriye.

Karbidestan dîyar kir ku wan jiber ku Galyamina bi plankarîya xwepêşandaneke dijî Serokê Rûsî Vladimir Putin, qanûna çalakîyên li derve binpê kir.

Şaxê Moskovê ya Komîteya Lêpirsînê ya Rûsyayê, ku ser bûyerên girîng yên binpêkirinan dixebite, got ku Galyamina bi pêgirî û bi berdewamî qanûna rêkxistin û darxistina xwepêşandan û rêdeçûnan.

Komîsyonê ragihand ku ewê Galyaminayê jibo lêpirsînkirinê bînin navenda wê.

Hêjêyî balkişandinê ye ku Galyamina wek kesekê dijî Putin tê nasîn û di kempeyna dijî dirêjkirina desthilata wî ya bi awayê neqanûnî de cîh digire.

Endamên wê kempeynê daxuyanîyek weşand û demûdest daxwaza dawîkirina lêpirsîna dijî wê kir.

Şîroveyan bibîne

XS
SM
MD
LG