Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Papandreou: Jibo Hikûmeteke Nû Danûstandin Destpê Dikin


Papandreou: Jibo Hikûmeteke Nû Danûstandin Destpê Dikin

Serokwezîrê Yunanîstanê George Papandreou dibêje, danûstandinên jibo pêkanîna hikûmeteke nû wê di demeke kin de destpê bikin.

Birêz Papandreou wê daxuyanîyêroja Şemîyê, piştî dangdana bawerîyê li parlemanê, bi hevdîtina xwe ya ligel Serokomar Carolos Papoulias de da.

Serokwezîr Papandreou di dengdana bawerîyê de serkeftî bibû, piştî ku soza gotûbêjkirina dabeşkirina destihilatê dabû, jibo baştirkirina aborîya Yunanîstanê.

Hîn ne dîyar e ku partîyên opozîsyona serekî û yên din di danûstandinan da cîh bigirin û dev ji daxwazên xwe ya hilbijartina pêşwext berdin.

George Papandreou hişyarî da ku hilbijartina pêşwext dê encamên pir xirab peyda bike.

XS
SM
MD
LG