Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Keştîyeke Tirk li Derya Ege li Gemîyeke Yunanî Da


Hikûmeta Yunanistanê ragihand ku keştîyeke barhilgir ya Tirk, îro sibê li keştîyeke wê ya şer da, ku jibo çavdêrîkirina derbazbûna penaberên neqanûnî li Derya Ege nobedarî dikir.

Gemîya şer ya bi navê “Armatolos” dema bûyer di demjimêr 4ê sibê çêbû, wek beşek ji opoerasyonên NATO li nêzî girava Lesbos bû.

“Gemîya bi ala Tirk “nêzî Armatolos û li wê da û dû re bi peytî ber bi beravên Tirkîyê ve çû û hewlên me yên axaftinê bê bersîv hêşt,” daxuyanîya Yunanî got.

Di pêlên koçberî yên 2015’an de, bi hezaran penaber xwe gîhandibûn Girava Lesbos ya Yunanî ku nêzî beravên Tirkîyê ye.

Hatina penaberên neqanûnî ji Lesbos re, piştî peymana Yekîtîya Ewrupa ya bi Tirkîyê, gelek kêmtir bûbû.

XS
SM
MD
LG