Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Yunanistanê Îro Careke Din Tirkîye Tawanbar Kir ku li Derya Sipî Alozîyan Derdixe


Yunanistanê îro Duşemê cîrana xwe Tirkîye tawanbar kir ku hewilên nermirina krîza li rojhilata Derya Sipî lawaz dike, piştî ku Enqerê keştîya lêgerîna gaze jinûve şand herêma kêşebar.

Serokwezîrê Yunanistanê Kyriakos Mitsotakis ragihand ku wî biryara Tirkîyê bi telefonê bi Serokê Konseya Ewrupî Michel re gotûbêj kir.

“Tirkîyê bi vê biryara nû ya yekalî girjîya heyî gelek kûrtir dike. Michel soz da ku mijarê bîne rojeva civîna 15 û 16’ê Cotmehê,” Mitsotakis got.

Tirkîyê îro ragihandibû ku gemîya Oruç Reîs jibo xebatên lêgerîna gaza xwezayî wê careke din here rojhilata Derya Sipî.

Her du hevalbendên NATO'yê ser çavkanîyên enerjîyê yên li Derya Sipî ketine nava krîzekê û her du welat jî dijî hev hîndarîyên leşkerî yên deryayî pêk tînin.

XS
SM
MD
LG