Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Yunanistan Dibêje Divê Tirkîye Hatina Penaberan ya Ewrupayê Kontrol Bike


Mitsotakis û Erdogan
Mitsotakis û Erdogan

Serokwezîrê Yunanistanê Kyriakos Mitsotakis îro Înê Tirkîye tawanbar kir ku krîza penaberan ya Ewrupa li gor berjewendîya xwe bi kar tîne.

Mitsotakis got ku Tirkîye dikare herikîna penaberan ya ji Ewrupa re bigire, lê nake.

“Divê bi zelalî bêjim ku pêdivî ye Tirkîyê berpirsîya hatina penaberan ya ji Ewrupa re rake ser milê xwe û kontrola ser Derta Ege xurtir bike. Nayê pejirandin ku Tirkîyê vê pirsgirîkê jibo berjewendîyên xwe yên jeopolîtîk bixebitîne,” Mitsotakis li parlamana Yunanî got.

Yunanistan xala yekê ya penaberên neqanûnî ye ku ji Tirkîyê tên û dixwazin xwe bigehînin nav axa welatên Yekîtîya Ewrupa.

XS
SM
MD
LG