Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Dadgeha Bilind ya Yunanî Biryara Venegerandina Leşkerên Tirk Da


Dadgeha Bilind ya Yunanî biryar da ku leşkerên ku piştî hewila darbeyê revîyane wî welatî, venegerîne Tirkîyê.

Ajansa AFP îro Pêncşemê ragihand ku Dadgeha Bilind ya Yunanistanê jibo 8 leşkerên ku şeva hewila darbeyê ji Tirkîyê revîyane Yunanistan'ê, biryara venegerandinê da.

8 leşker di 16'ê Tîrmehê de bi helîkopterê revîyabûn Yunanîstanê û ji wê dewletê daxwaza penaberîya sîyasî kiribûn. Piştî darizandina li 3 dadgehên cuda, du ji wan jibo radestkirina 5 leşkeran, yekê jî jibo îadekirina 3 leşkeran biryar dabû. Lê dadgeha bilind biryara radestkirinê nepejirand.

Hêjayî bîrxistinê ye hikûmeta Tirkîyê îdîa dike tilîya Fetullah Gulen di hewila darbeyê de heye ku ew bi salan e li Amerîka dijî û ew leşkerên revî ji wek endamê rêxistina Gulen tên dîtin.

XS
SM
MD
LG