Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Yunanistan jî Guaido Wek Serokê Venezuela Dipejirîne


Yunanistanê raghihand ku ew jî êdî Juan Guaido wek serokê Venezuela nas dikin.

Hikûmeta nû ya Yunanistanê, ku vê hefteyê bi serokwezîrîya Kriakos Miçotakis dest bi kar kiribû, da zanîn ku ewê bo Venezuela mîna Yekîtîya Ewrupa (YE) tevbigerin.

Hikûmeta berê ya çepgir, ku Aleksis Çipras serokê wê bû, berovajî YE’ê, Guaido wek serokê Venezuela nas nekiribû.

Guaido di meha Çile de, li hember Nicolas Maduro xwe wek serokê demkî yê Venezuela ragihandibû.

Di serî de Amerîka, bi qasî 50 dewlet Guaido wek serokê rêwa yê Venezuela nas dikin.

XS
SM
MD
LG