Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Yunanistan, Tirkîyê bi Belavkirina Nûçeyên Derew Tawanbar Dike


Berdevikê Hikûmeta Yunanistanê Stelyo Petsas dîyar kir ku Tirkîye dijî wan nûçeyên derew belav dike.

Petsas da zanîn ku daxuyanîya Walîtîya Edîrne, ku dîyar kiribû karbidestên ewlekarîyê yên Yunanistanê koçberek kuştine, derew e.

‘’Berê behsa birîndaran dikirin, niha jî dibêjin ku yek hatiye kuştin. Ez dubare dibêjim ku ew derewan dikin. Tiştekî wisa neqewimî.’’ Petsas got.

Wî dîyar kir ku karbidestên Yunanistanê gule nereşandine.

Walîtîya Edîrne ragihandibû ku karbidestên ewlekarîyê yên Yunanistanê, li hêla Derîyê Sinor yê Pazarkapi, bi çekan koçberek kuştine û 5 koçberên din jî birîndar kirine.

XS
SM
MD
LG