Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Mitsotakis: “Yunanîstan û Misir ji Biden Çaverêya Sîyeseteke Karîgertir Dikin


Serokwezîrê Yunanîstan Kyriakos Mitsotakis

Serokwezîrê Yunanîstan Kyriakos Mitsotakis îro Çarşemê di serdana xwe ya Serokê Misirê Abdulfetah el- Sîsî de di derbarê hilbijartina seroktîya Amerîka de, peyivî.

Serokwezîr Kyriakos Mitsotakis preskonferanseke ya bi Serok Sîsî re de, ku bi peymaneke ser çavkanîyên xwezayî yên li Derya sipî ku Tirkîyê aciz kiribû ragihand ku Yunanîstan û Misir dê pêşwazîya xurtir tevlîbûna Amerîka ya heremê ya di bin serokê hilbijartî yê Amerîka Joe Biden bikin.

"Hem Yunanîstan hem jî Misir ewê roleke biryarder ya Amerîka yên li Rojhilata Navîn û Rojhilata Deray Sipî bi erênî-kêfxweşî pêşwazî bike," Mitsotakis got.

Herwiha, Mitsotakis got ku peymana navbera her du welatan destnîşan kirîye ku welatên ku rêzdarîya qanûna navneteweyî û têkilîyên cîrantiya baş dikin, dikarin bo berjewendîya gelê xwe encaman bigirin. Wî got hem Yunîstan û hem jî Misir amade ne ku peymanê berfireh bikin.

Qahîre û Atînayê di Tebaxê de jibo destnîşankirina qismî ya sînorên Derya Sipî peymaneke îmza kirin û peyman mafên serwerîya çavkaniyên xwezayî yên li wan hereman dan her du welatan.

Tirkîyê ku ser îdîayên mafdarîya çavkanîyên enerjîyê yên li Derya Sipî bi Yunîstanê re nav alozîyan de ye dibêje ku peyman qada deryayî ya serwerîya wê binpê dike

.
Hevdem, heremên deryayî yên ku Tirkîyê sala borî bi Lîbyayê re li hev kiribû jî di nava peymana navbera Yunîstan û Misirê de ne.

Lê, Yunîstanê peymana navbera Tirkîyê û Lîbyayê wek neqanûnî hat dîyar kiribû.

Alozîyên di navbera her du hevalbendên NATO'yê de piştî peymanê û piştî ku Tirkîyê keştiya xweya lêkolînê ya bi navê Oruc Reis şand nav avên deryaya nakok ya Derya Sipî, zêde bûn.

Enqere di meha Îlonê de jibo derfeta dîplomasîya bi Yunîstanê re, keştî ya xwe paşve kişand lê dûv re dîsa şand heremê.

Roja Çarşemê, Yunanîstanê got ku rewşa xebatên sîsmîk ya lêgera Deryayî ya nû ya Tirkîyê bo navbera 11-23'ê Mijdarê, dîyar kirîye provokatîf e û ji Enqereyê xwest ku vê rewşê bi lezgînî betal bike.

"Me li hev kir ku hevkarîya xwe, di gel hemî welatên dost berdewam bikin, da ku

hemberî her kesê ku aramî û ewlehîya herêmê tehdit bike, bisekinin û herwiha bi rengek ku nehêle tu alî helwestên xweyên dijminane bikar bîne, " Sîsî got.

XS
SM
MD
LG