Wekû tê naskirin ku rola gelê kurd di dîroka Rojhilata Navîn de gellekî bi bandor û girîng bû û bi taybetî di serdema Îslamî de, lê belê ji ber rewşa siyasî ya vê herêmê, keda Kurdan di dîrokê de hate çewisandin û gellek ji belgeyên dîrokî wenda bûn. Lê belê nifişê nû ji rewşenbîr û zanê Kurdan dest bi lêkolînan kirine da ku wê dîrokê serast bikin û bidin ber çavan.
Dîroknas Yusuf Baluken Zozanî yek ji wan rewşenbîran e, ku lêkolînên dîroka Merwaniyan û ya Eyyûbiyan daye ser milê xwe.
Yusuf Baluken, li ser “Eyyûbîyên Hasankeyfê: Mîrektiya Melîkan (1232-1462)” pirtûk û lêkolîn balkêş çêkirine.
Ew niha li Amedê dijî û li ser danheva belgên dîrokî dixebite , lê ew bi serê xwe ev kara dike.