Lînkên eksesibilîtî

Zîya Halîs: Pêkanîna Daxwazên Ocalan wê Pêvajoyê Xurtir Bike


Wezîrê Berê yê Tirkîyê, sîyasetvanê serbixwe Zîya Halîs dibêje: “Pêvajoya çareserîyê niha bi zehmetî dimeşe. Lê, divê em hemû jibo berdewama wê bi israr bin.”

Birêz Halîs bi dewamî dibêje: “Ez bawer dikim dema daxwazên Ocalan bi cih werin wê pêvajo bi awayekî xurtir pêşve here. Lê, hikûmet di vê mijarê de bê biryar e û bi dudilî tevdigere.”

Halîs bibîr dixe ku jibo demokratîkbûnê pêdivî bi guhertinên bingehîn yên qanûnî heye ku ew jî bi çareserkirina du pirsên sereke pêk tê.

“Ya yekê bi rêbazên demokratîk çareserkirina pirsa Kurd e ku divê bi awayê aştîyane û danûstandinên fermî bigihejin encamê. Ya diduyan jî bi rêya zagonan çareserkirina mafên bawerî, nas kirin û dîyarkirina ramanî ya civaka Alevîyan e.”

Sîyasetvan Halîs nêrîna xwe ya li ser rawestandina xebatên çêkirina qanûna bingehîn jî wiha tîne ziman:

“Komîsyona parlemanê ya ku jibo destûra nû hatibû damezrandin bi ser neket û belav bû. Lê, dîsa jî parleman dikare gelek gavan bi rêya hin guhertinên qanûnî pêk bîne. Ez hikûmetê di vê babetê de lawaz û ne dilsoz dibînim.”
XS
SM
MD
LG